Reftar
Reftar rêzeya çalakiyên organîzmayan, kesan, sîsteman an jîriyayên çêkirî di hin jîngehan de ye. Ew sîsteman dikarin sîstem an organîzmayên din û herwiha jîngeha fîzîkî ya bêcanî jî di nav xwe de bigirin. Ew cewaba hesabkirî ya sîstem an organîzmayê ye ji bo teşwîq an têketinên curbecur, çi navxweyî bin çi derveyî bin, hişmend bin çi binhiş bin, eşkere bin çi veşartî bin, û bi dilxwazî bin çi nedilxwaz bin.[1] Her çend hin reftar di cewaba jîngeha organîzmayekê de çêdibin (motîvasyona derveyî), reftar dikare berhema motîvasyona hundurîn jî be ku wekî "ajans" an "îradeya azad" jî tê binavkirin.
Ji perspektîfa înformatîka reftariyê ve, reftar ji aktor, operasyon, têkilî û taybetmendiyên wan pêk tê. Ev dikare wekî vektorek reftariyê were temsîl kirin.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Elizabeth A. Minton, Lynn R. Khale (2014). Belief Systems, Religion, and Behavioral Economics. New York: Business Expert Press LLC. ISBN 978-1-60649-704-3.
- ↑ Cao, Longbing (2010). "In-depth Behavior Understanding and Use: the Behavior Informatics Approach". Information Science. 180 (17): 3067–3085. arXiv:2007.15516. doi:10.1016/j.ins.2010.03.025. S2CID 7400761.