close
Here naverokê

OCLC

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Online Computer Library Center (OCLC)
PîşesazîXizmetên Pirtûkxaneyê
Berhem
Berhemên derçûyî
Endam
Ser 72,000 pirtûkxaneyên, arşîv
û mûzeyên li 170 welatan [1]
MalperOCLC.org

OCLC, Inc[2] rêxistineke hevkar a neqezenc a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye "ku xizmetên teknolojiya hevpar, lêkolînên resen û bernameyên civakî ji bo endamên xwe û civaka pirtûkxaneyê bi giştî peyda dike".[3] Di sala 1967an de wekê Navenda Pirtûkxaneya Zanîngeha Ohioyê hatiye damezrandin, piştre jî di dema ku berfireh bûna xwe de bûye Navenda Pirtûkxaneya Komputerê ya Serhêl.[2] Di sala 2017an de, nav bi fermî wekê OCLC, Inc hatiye guhertin. OCLC û bi hezaran pirtûkxaneyên endamên xwe bi hev re WorldCatê ku mezintirîn kataloga gihîştina giştî ya serhêl e, li cîhanê hilberînin û biparêzin.[4] OCLC bi giranî ji dahatên ku pirtûkxane didin (bi tevahî salane li dora 217,8 milyon dolar ji sala 2021an vir ve) ji bo gelek xizmetên cûda yên ku pêşkêş dike, hatiye fînansekirin.[5] OCLC her wiha pergala dabeşkirina desîmal a Dewey diparêze.

  1. ^ "Cooperation". OCLC. Roja gihiştinê 18 adar 2010.
  2. ^ a b "Wayback Machine". bizimage.ohiosos.gov. Roja gihiştinê 19 sibat 2026.
  3. ^ "About OCLC | OCLC". OCLC (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 sibat 2026.
  4. ^ Oswald, Godfrey (11 tebax 2017). Library World Records, 3d ed (bi îngilîzî). McFarland. ISBN 978-1-4766-2772-4.
  5. ^ "OCLC Annual Report 2020-2021". OCLC (bi îngilîzî). 22 tebax 2024. Roja gihiştinê 19 sibat 2026.